Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pyotr ilyich tchaikovsky] de;

1. Pyotr İlyich Tchaikovsky ( rûsî: Пётр Ильич Чайкoвский) di 7 ê gulana 1840 î li votkinsk a rûsya yê, di malbatek navîn de hatiye dinê. Muzîkjenekî rûsî yê klasîk ya serdema romantîk e. Di şêweyên mîna senfonî, opera, bale , enstrûmental û muzîka oliyê û stranan de berhem daye. Di repertûarên muzîka klasîk ya roja îroyîn ku cihê xwe qeyîm kiriye de muzîkên herî populer yê konsêrt û pêşandeyan nivîsiye. Di nava van berheman de: gola qubeqazê, delala razayî, tolaz, muzîkên baleyê, overtûra 1812 yan, konçertoya yekemîn ya piyanoyê, sê senfoniyên dawî û muzîka operaya yevgenî onegîn.

Tchaikovsky - Swan lake




Tchaikovsky - Eugene Onegin opera




Her çiqas têkiliya wî ya muzîkê di temenên biçûk de dest pê kiri be jî ji bo karmendiya dewletê perwerdehî dîtiye. Tevî nexwestina malbata wî , di sala 1862 yan de di qada muzîkê de kariyer çêkirin hilbijartiye û ketiye konservatûara sankt petersbûrg' ê, di sala 1885 an de ji vir perwende bûye.

Her çiqas di serkeftinên girîng de destnîşanên wî hebin jî ji aliyê hestî ve xwe qet ewle hîs nekiriye û di hemû jiyana xwe de bi qeyranên takekesî ve rû bi rû maye û carinan jî ketiye depresyonê. Di nav sedemên wan de hevzayendîtiya wî ya ku hatiye tepisandin û tirsa derketina vê rewşê, zewacek ne bi rêkûpêkî û qutbûna têkiliya di navbera jinebiya qet rûyê wê nedîtiye ya bi navê "nadejda von meck" ku sêzdeh sala peyam û piştgiriya pere dayiyê ye. Li gel xirecirên di jiyana wî de navdariya wî roj bi roj zêdetir bûye, ji aliyê çar ve maeşa heta û hetayê ve hatiye girêdan û di salonên cîhanê de berhemên wî hatiye ecibandin. Di 6 ê mijdara 1893 yan çûye ber dilovaniya xwe. Sedema mirina wî ya 53 salî de ku bi lêzgînî wî ji vê dinyayê qetandiye şikbar e, hin kes dibêjin ji ber kolerayê miriye û hin kes jî dibêje xwe kuştiye.

Li hember populerbûna wî nav bînerên kosêrtan de, dem demî ji aliyê rexnegir, muzîkjen û bestekaran bi rexneyên tund re dûçar maye. Lê roja îro êdî di warê bestekariya wî ya hêja de cihê gumanê nemaye. Di serî û nava sedsala bîstan de rexnegirên rojavayî muzîka tchaikovsky ji rêzê dîtine û fikra di paş muzîka wî de hizr û raman nîne parastine. Lê ev biçûkdîtina berê ve ji holê rabûye.

Tchaikovsky - 1812 Overture




Tchaikovsky - piano concerto No:1




12.03.2021 19:04 ~20:32 | rizgarm