Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [destê xwedê] de;

1. bextiyar elî di pirtûka xwe ya hinara dawî ya dinyayê de pênaseyek weha li ser me mirovan kiriye û min gelek ecibandiye û di cih de dîtiye. Bi rastî ji bo peywir û wezîfeyên însan pêk tîne navkirinek xweşe. Em hemû cûr bi cûr karan dikin lê ji bo çi? Ev demek dirêj bû ev pirsa tim di mêjiyê min de çirûsk vedida lê dîsa bêbersiv vedimirî. Na na, ez nikarim soza bidim xwe û soza xwe neynim cih* yanê bi dengek xwebawer û berze bêjim "ez destê xwedê me! ka xwe bidin alî gelî camêr û ciwanikan, ha meriv weha nexweşan sax dike*" tevî ku di vê xalê de baweriya min bi min nayê lê weleeeehî pirsa di mêjiyê min de bi xêra "bextiyar elî" ji xwe re bersiv dît û tetmîn bûm. Ma çima bavê min xeyara difiroşe, çima li ajalan dinêre, çima apê min ajovaniyê dike, çima filankes li înşaetan dixebite, çima ewko filîman çêdike, çima ewkê muzîkjeniyê dike, çima, çima çima? Ji ber ku hemû destên xwedê ne Û xilas.



14.09.2021 23:14 ~23:15 | rizgarm