Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rûbar amed] de;

1. Te bi sê hevalê xwe re canê xwe da, ma çima tuyê bi sernivîsa navê xwe di qadek kurdewar de cih negirî, rûqemero, çavşîn û dilnizmo! Û xwişka te, dê nizam ewê xebera wê ya reş kengî bigihê me. Bavê min dibêje tu hatiye xapandin, lê na tu serbilind û hêja yî. Te ji ber zilm û zora li ser gelê xwe ev reya rast dît û tu çûy bi zanîna vê roja reş. Ez nikarim ji bavê xwe re tiştek bibêjim, ew jî digirî ber te dikeve, lê ez nizam çawa hîs bikim. Niha êşa te hêdî hêdî xwe dadigire ser dilê min. Min ewil tiştek fam nekir lê niha hêdî hêdî hest dikim. Min tu pir zêde nedît lê tu her dem di bîra min de bûy, bawer ke tu dihatî hişê min carinan. Niha min li wêneyê te niherî, dîmenên te temaşe kir. Tu çi qeşengî kuroo! Welehî jî qeşengî bilehî jî qeşengî! Her ku dinivîsim bêhtir kela dilê min gur dibe. Nizam bêjim çi û nizam çawa bikim. Cano, canê mino bila gundiyê me yê bêhiş li paş te gotin û gotegotên badilhewa bikin. Tu goh nede wan, bizanibe di nav wan de yê bi te ser bilindin jî heye û dê hebin jî. Te çi navek xweşik ji xwe re hilbijartiye canê dêya xwe. Feqîrê gelek li ber te dikeve, du zarokê xwe da vê rêyê. Ka em kî bi qasê wê wêrek in lo! Em tirsonek û newêrekên dera hanê bûn we rûyê me spî kir. Tu her di dilê min de yî canê welatê xwe, niha li ber vê stranê ji bo kela dilê xwe digirîm. Tu her hebî, hêvî dikim em hêviyên dilê te bi cih bînin.





19.12.2021 11:57 | rizgarm