Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amûra pumpa înfuzyonê] de;

1. Ev amûr ji bo serûmên ku divê gorî saetekê here tê bi kar anîn. Meriv kare dosiflow-meter jî bi kar bîne lê ev amûra gelemeperî ji bo dozên hindik tê bi kar anîn. Mînak em dixwazin derman saetekê de tenê 5 cc here, emê ji amûrê hecma serûmê têkevê û di saetekê de em dixwazin çend cc biçin têkeve tomar bikin û amûre bidin şuxilandin. Setên ku em ji bo van amûran bi kar tînin jî taybete, ne ev setên asayî ne.


Niha ezê ji ser dermanê dormicumê mînakekê bidim da esasê şuxilandina vê amûrê baştir bê fêm kirin. Emê gorî daxwaza bijîşk ku çend ampûl xwestibe û piranî du ampûl e, tevlî serûma xwe ya 100 cc bikin. Jê şûn de bi seta taybet set bikin. morîk û aparatên bi setê ve ye gorî cihazê têxin cih ê wê û qapaxê bigirin. Niha gorî daxwaza bijîşk ku saetê de xwestiye çend cc biçe (dormicum pirranî ji bo nexweşên tê entûbekirin an jî entûbekirî tê bi kar anîn, da ku ji ser hişê xwe biçin û ev kirariya bi jan û êş hîs nekin) eyar bikin û pê bawer bin ku di cihekê de set nexetimiye û pêl bişkoka destpê kirinê bikin û jê bigerin.



29.01.2022 12:02 | rizgarm