Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jîna dilê min] de;

1. Navê stranek nemir aram tîgranî ye, min çima wiha dereng kişf kir nizam lê heyfa hemû wextan jê distînim niha. Gotin:

Kanî gula min, ew sozdara min
Ez jê têr nebûm, bila bê cem min
Dilê min vekir, xêra xwe li min kir
Xêra xwe li min kir, jîna dilê min

Jîna dilê min, ronahiya çavê min
Tu were ba min, kul û kerba dil

Li ber sekratê, roja erefatê
Serkî bide min, xêra civatê
Li wê dinyayê, tu bi min re neyê
Ji şerm û fedyayê, naçim cinetê

Li wê dinyayê, tu bi min re neyê
Ji şerm û fedyayê, naçim cinetê

Jîna dilê min, ronahiya çavê min
Tu were ba min, kul û kerba dil

Nizanim heme, ji derd û xem e
Ji derd û xem e , êş û elem e
Nikarim bêjim, sebram min nema
Sebra min nema, ka jîna dilê min

Jîna dilê min, ronahiya çavê min
Tu were ba min, kul û kerba dil

Stran:





02.02.2022 19:06 | rizgarm