Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ngũgĩ wa thiong'o] de;

1. Romanûs, çîroknûs û şanonamenûsê Kenyayi ye. Navê wî yê resen James Tong'o Ngugi ye. Di 1938'an de li Limura, Kenyayê hatiye dinyayê. Lisansa xwe di beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî de li Zanîngeha Makerere, Kampala, Ugandayê û Zanîngeha Leedsê, Yokshire, Îngilîstanê xilas kir. Ji sala 1972' yan heta 1977'an serokê beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Naîrobîyê bû. Piştî ku di 1977 an de şanonameya wî Ngaahika Ndeenda (Dema Bixwazim Ez ê Bizewicim) hat lîstîn û ji aliyê gundî û karkeran ve gelekî hat ecibandin, bi hinceta ku propagandaya siyasî kirîye, ji salekê zêdetir di girtîgehê de ma. Di girtige hê de yekem romana xwe ya bi zimanê xwe Gĩkũyũ Caitaani mũtharaba-Inĩ(İblisê Di Çarmixê De) li ser kaxizê tuwaletê nivîsî. Di 1982'yan de ji ber zor darîya siyasî ji Kenyayê çû û li Amerîkayê di gelek zanîngehan de ders da. Li zanîngeha Californiyayê profesorê Zimanê Îngilîzî û Wêjeya Berawirdî ye. Ji Almanya, Amerîka, Afrîka, Brîtanîya, Denmark û Zelandaya Nû 10 doktorayên fexrî wergirtine.



07.03.2022 17:20 | rizgarm