Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xemsariya me ya li hember heywanan] de;

1. Divê êdî werin lê varqilîn. Bûyera îro hate serê min xemsariya me ya li hember heywanan dilêm gelek êşand. "Xemsariya me" dibêjim lew ez jî nêv de me. Yên sax û di hal û wextê xwe de ye ji xwe em bin ra nabînin yên birîndar û alîkarî divê re jî em tune ne. Çi heyf û guneh e. Vêca piştî van gotinên ji dilê minê bi gazinc derket ez werim ser bûyera qewimî ye.

Li ber fakûlta me kûçikek mezin û birîndar veketibû. Her tim li der û doran kûçik digerin ji xwe re, lê ev kûçika dikuliya û xwiya bû nikaribû xwe bide ser lingê xwe yê rastê pêşîn. Dirêj bû û min piçek sekan kir şûn de li lingê wê nihêrî. Raya min tiştek mîna bizmar tê re çûbû û werimî bû, jê xwîn û kêm diherikî. Piştî nîv saetî ezmûna min heye û nema min zanîbû çi bikim. Çûm ba ewlehiyê ka paçik û derman nikarim peyde bikim. Mala camêr ava got xeberê bide fakulteya beytariyê li wir nexweşxaneya heywanan heye. Lê çi heyf nexweşxaneyê got em nikarin bên, divê hûn bînin. Neyse ketim ezmûna xwe û hatim fikirîm bê ka emê çawa bibin. Ez û sê çar heval bûn, min kir hembêza xwe (va hê jî dest û piyê min jan dike) û heta ber rawestgeha otobêsê bir. Xwedê xêra ajovanê otobêsê qebûl ke me heta ber devê fakultê bir. Heta em çûn nexweşxane hatibû girtin lê yên li wir kesî jî alîkarî nekir. Hema ser û bin hatin li kûçikê birîndar nihêrtin û xilas. Ne çareyek ne dermanek ne rêyek dan ber me. Çûm dîsa ji ewlehiyê piçek derman û pemo girt li birîna wê kir. Xwendekar tên, mamoste tên lê kes ji bo xêrê nayê. Taliyê em li şarederiyê geriyan, gotin em werin lê çend saet şûnde. Me got em bibin beytar me ji yekî rica kir bi wesayîta xwe me bavê bajêr got karê min heye. Werhasil kûçikê feqîr bi birîna xwe dikûzî û dest û piyê me girtî bêçare li benda peywirdarê şaredariyê man heta hat birin û çûn.

Îcar em çi bê bext û wijdan in. Ez bêjim însanetî wisa ye heyran, hûnê bêjin xirabtir e. Xwedê alîkariya kes û kûs û hemû zindiyên ne li ber çavan e bike.



06.01.2023 13:08 ~23:44 | rizgarm