Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêrdîn] de;

28. Bajarê ku xelkê ereb û kurd bi hev re dijî ne. tiştê ku min ferq kir esnafê vî bajarê piranî ereb in. tayBetiya wan esnafên ereb hene ku bi qewlê xwe kurdî jî dizanin. wexta kurdî diaxifin mirov ji wan fêm nake ku ereb in. berevajî kurdên mêrdînê erebî nizanin. yên zana hebin jî dibe ku ez hêj rast ji wan nehatime.



14.12.2020 00:14 | kajav

19. Bajarê ku polîtîkaya asîmîlasyon li ser kurdên wan zêde tesîr nekirîye. Vî warî de em mêrdîn û bajarên kurdên din bidin berhev, Mêrdîn ser dikeve. Yan jî min wisa dît. Xort û ciwanên wan di navbera xwe Kurdî diaxifin. Zarok jî zimanê xwe fêr dibin. Li navenda Amedê mixabin di nav 500 zarokê de belkî yekê wan zimanê xwe dizanibe, wisa dibînim.



28.11.2019 10:24 ~11:09 | kajav