Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kom müzik] de;

4. Gelek telîfên stranên Kurdî di destê vê şîrketê de ne. Îro gelek stranbêj li ser platformên dijitalê muzîka xwe belav dikin û têra xwe pere qezenç dikin. Yên ku îro telîfê stranên xwe difroşin haya wan ji wan tiştan heye. Lê berê ne wisa bû. Bawer dikim gelek stranbêj vê çaxê hema ji bo parastina stranên xwe bi rehetî û bê pere peymanên wilo îmze kirine. Heqê telîfê dane wan şîrketan. Îro bi guhertina teknolojiyê ev peymanên bêqîmet serê wan hunermendan diêşîne. Nikarin stranên xwe li ser tora civakî parve bikin. Wek youtubê. Tabî nikarin pere jî qezenç bikin.

Ev peymanên bêqîmet şîrketa Kom Muzîkê mafdar nahêle. Berevajî ez wan kedxwar û Diz dibînim. kerem gerdenzerîmem ararat jî behsa vê kedxwariyê kiribû. Solîstê agirê jiyan alî geçîmlî jî bersivek wilo dabû min. Ew jî ji ber wan peymanan neçar e. Nikare stranên xwe li ser kanala xwe parve bike. Heyf û guneh e.



26.07.2021 19:23 ~19:28 | kajav