Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhadê içmo] de;

4. Xwedî wan rêzikên bêhempa ne.

Em dojeha welatê xwe
Bi bihûştên xelkê nadin
Bi kerwanê cangorî ya
Agirê xwe em ê dadin
Heger welat tev wêran bû
Goristana em bernadin



25.08.2021 00:51 | kajav

3. Di sala 2013an de xelata Helbestvanê Kurd Cigerxwîn wergirtiye.



02.03.2020 21:27 | kajav

1. Ferhadê Içmo (z. 1960, Qamişlo - m. 8ê xizîrana 2017, Qamişlo[1]) helbestvanekî kurd bû.

Ferhadê Içmo di sala 1960î de li bajarê Qamişlokê hatiye dinyayê. Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye. Di sala 1984 an de bawernameya bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirtiye. Berî helbestê dil ketiye muzîkê û di sala 1970î de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbişê kiriye, lê di 29ê tîrmeha 1978an de helbesta xwe ya pêşî bi navê Ey Zeman daniye. Di piraniyên kovar û rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine û nêzîka çil helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne sitiran.

Helbestvan di 8ê xizîrana 2017an de li Qamişlokê çû ber dilovaniya Xwedê.

Çavkanî: Wikipedia



02.03.2020 19:21 | kajav