Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tê bîra te şêrîn canê] de;

1. stranekî gelek kevn e. Gotin û awaz stranbêjê gever yê hunermend hemîdo ye.

tê bîra min telefonên bi aqil bi taybetî samsung e250’ê stranek Kurdî hebû. Li ser pisîkek playback kiribûn. Ger xwedî ev telefon kurd bibûya teqez ev vîdeo jî di telefonê de hebû. zêde dirêj nekim lînk li vir e.



Gotinên stranê

Tê bîra te şêrîn canê
Em çubûn govend û dîlanê
Me soz dabû eşq û viyanê
Te ji bîr kir min ji bîr nekir

Êdî naxwazim te bibînim
Hes nakim tu bê bîra min
Te agir berda dilê min
Tu nizanî ez dizanim

Ez gelek mam li hêvîya te
Min parî dabû soza te
Meh û sal derbas bû yarê
Te jî bîr kir min ji bîr nekir

Êdî naxwazim te bibînim
Hes nakim tu bê bîra min
Te agir berda dilê min
Tu nizanî ez dizanim

Ne dengê min guhdar bike
Xemla zêran xwe zer bike
Here ji mêrek kotî û xirab
Mal û maldarîyê bike

Êdî naxwazim te bibînim
Hes nakim tu bê bîra min
Te agir berda dilê min
Tu nizanî ez dizanim

Hemîdo - naxwazim



19.04.2020 23:33 | kajav