1. Helbest û strana mîrê tembûrê nemir seîd yûsiv e.
Kur:
Ez te nadim bi malê dinê
Esmer rindê emrê minê
Bi şev û roj te ji bîr nakim
Her saet tu li bîra minê
Keç:
Reste kuro ji te bawer im
Ew agir ez jî li ser im
Mi di vê herdem li cem te bim
Li ber çavê te herim werim
Kur:
Ji te pêve mi kes nîne
Ji eşqa ketim livîn e
Dilê min tim li cem teye
Kes nîne dilê min bîne
Keç:
Dilê me her weke hev in
Em çi bêjin em ê hev in
Ê divê xwedê bidê wan
Ê nevê ber ticar nevin
Kur:
Keçê dilê min helîye
Weke berfa Ii serê çîye
De em bikin kêyf û seyran
îşê xelkê bi me çiye
Keç:
Bes van derda bike peyda
Ez çi bêjim tu ne xeyda
Rabe de em herin welat
Hev bikin em li cem seyda
Keç û kur:
Em tifiqîn ser vê yekê
Rab tu bi serê bavê xwekê
Emê herin kurdistanê
Kurd li dîlanê meyzekê
|