Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vajînîsmûs] de;

5. vajînîsmûs; berevajî xwestina têkiliya cînsî a jinan hebûna astengiyek bêdil e. Tevî ku jin dixwest be jî nikare penîs, tilî û amûrên wekî din bigre vajînaya xwe. Di vê navberê de Masûlkeyên vajînayê diqesin bi tirsa êşê û stres Têkiliya cînsî nemimkin dike.

Di nav kurdan de jî helbet heye. vajînîsmûs/126449 bawer bike zêdetir jî heye. Xelkên ku têkiliyên cînsî tabû dibînin û ji zaroktî ve bi nêrînên hişk û tund qedexe dikin vajînîsmûsê re rê vedikin.

Di nav nasên min heta îro min nê bihistiye Lê hebe jî ji ber Şerm û fedîkirinê kes ji kesî re nabêje. Lê min li nav hevalan de bihistî, hevjînên ku ji ber vê nexweşiyê dev ji hev du berdane hene. Helbet çareserî ne ev e; divê ji psîkolog û jinekologan alîkarî bê girtin.



10.09.2021 12:49 | kajav