Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xoşewîstên kevin ku poşman dibin û dixwazin dîsa dest bi têkiliyê bikin] de;

6. Hin kes dikevine jiyana we, hûn jê hez dikin, hûn qedr û qîmetê didine, çi derdê we hebe hûn jê re dibêjin, ji dê û bavên we bêhtir we nas dike.
Helbet ew jî bi eynî awayî her tiştî dike...
Roj derbas dibin, hin pirsgirêk derdikevin holê, hûn çareser dikin.
rojeke din yeke din derdikeve hemberî we hûn dîsa çareser dikin.
Helbet sedemê van pirsgirêk cûr bi cûr in, dibê ku ji we be an jî ji wê be, dibê ku ne yek jî be, ji jiyanê bi xwe be.
Bi zor û zahmetîyê heta ji we herduyan jî tê hûn dikin, ji bo vê têkiliyê.
Lê rojek tê êdî wek berê pirsgirêk çareser nabin, bêhtir bi xwe re hin pirsgirêkne din bi xwe re tînin.
Êdî tişta diçe hey diçe, wek ku pêşiyên me gotine, " tişta çû mede dû"
Lê tu dibêjî: " berxwedan jiyan e"...



17.12.2020 00:17 ~00:17 | merwano