Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [la casa de papel] de;

21. pîştî 5 beşên sezona 5. ku vê taliyê weşandin rêzefîlm bi dawî kirin. mala xwedê ava ku qedandin bi tirsa ku sezoneke nû wê derxin min heya fînalê temaşe dikir.
hûnê bêjin çima, di herdu sezonên ewil ku navdarbûna rêzefîlmê bi wan destpêkiribû û qala diziya ewil dikir, pir xweş bû û mirov aciz nedibû. lê pîştî ku navdar bû, heta ji van dihat dûvdirêj dikirin û dawiya diziya duyemîn nedihat.

bi kurtasî qediya li gorî min herdû sezonê ewil legendary bûn. û dixwazim wilo bînim bîra xwe.
ha hûnê bêjin qey fînala diziya duyemîn pir xerab bû, îdare dikir. li gorî min zêde dramatîze, romantîze û kanalîze * kiribûn



19.12.2021 02:03 | merwano

20. Sezona 5. Derket, îro min li 3 beşên ewil temaşe kir. Fînalê meraq dikim û dixwazim êdî dawî bibe.



12.09.2021 01:22 | merwano

17. pîştî ku pere ket nav meselê de, êdî g* lê kirine. bi rastî jî heya sezona 3emîn jî kêfa min pir jê re hatibû û wisa mabû ye çêtir bû.
lê dîtin ku pere şêrîntir in, bi awayeke lêz senaryo dûvdirêj kirin û sezona 3emîn jî kişandin.

lê.... (bnr: êdî tu jî wek herkesî yî) :(



14.03.2021 14:40 ~14:40 | merwano