Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di dîrokê de îro] de;

29. Bûyer
1917 – Împeratoriya Brîtanyayê bajarê Xazeyê dagir dike.
1944 – franklin delano roosevelt cara çarem serokdewletiya DYAyê bi dest xist.
1962 – Li Afrîkaya Başûr ji sedema derketina derveyî welat ya nelson mandela, pênc sal cezayê girtîgehê lê hate birrîn.
1982 – Li Tirkiyeyê makezagona dîktatorê tirk kenan evren bi hilbijartinê tê pejirandin.
2000 – george w. bush weke serokdewletê DYAyê hate hilbijartin.

Jidayîkbûn
1867 – marie curie, kîmyagera xwediya Xelata Nobelê
1879 – lev trotskî, siyasetmedar , fîlozof û şoreşgerê rûsî
1888 – c. v. raman, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
1913 – albert camus, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê



07.11.2020 17:08 | merwano

27. îro, 30ê cotmeha 2020an

1905 – aspîrîn li cîhanê cara pêşî derkete piyaseyê.
1918 – Li Çekoslovakyayê komarî hate îlankirin.
1905 – Partiya Komûnîst a Awistralyayê li Sydney hate damezrandin.
1922 – benito mussolînî bû serokwezîrê Îtalyayê.
1956 – Brîtanya û Fransa hişyarî da Îsraîl û Misirê ku ji Kanala Suweyşê derkevin.
1970 – Li Viyetnamê di encama baranên musonê de 293 kes mirin û 200.000 kes bêmal man.
1973 – Pira Avtengê ji aliyê serokkomarê tirk Fahri Korutürk ve hate vekirin.
1983 – Li Arjentînê piştî rejîma heft salan a leşkerî cara pêşî hilbijartinên demokratîk pêk hatin.
1983 – Li erzerom û qersê di encama erdhejê de 1330 kes mirin û 534 kes jî brîndar bûn.

Jidayîkbûn
1885 – ezra pound, helbestvanê amerîkan
1941 – theodor w. hänsch, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
1960 – diego maradona, futbolvanê arjentînî

Mirin
1910 – jean henry dunant, damezrînerê Xaça Sor û xwediyê Xelata Nobelê
2002 – jam master jay, rapvanê amerîkî
2012 – arjen arî, nivîskar û helbestvanê kurd



30.10.2020 15:08 ~15:09 | merwano

20. îro, 11ê tîrmeha 2020an

Bûyer
1405 – amîral zheng he, ji bo keşfkirina dinyayê cara yekem bi keştiyê kete rê.
1616 – Kaşîfê fransî samuel de champlain (yê ku cara pêşîn çûye herêma Quebec yê Kanadayê û bajarê Québecê ava kiriye) vegeriya Quebecê.
1859 – Romana charles dickens yê bi navê Çîroka du bajaran (a tale of two cities) hate weşandin.
1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Rejîma Fransaya Vichyê (Dewleta kûkla yê ku Almanya, li derdora bajarê Vichy yê Fransayê ava kiribû) bi awayekî fermî hate damezrandin. Philippe Pétain bû Serokwezîrê Fransayê.
1971 – Li Şîliyê kana madenan hatin neteweyî kirin.
1975 – Li Xian yê paytexta Çînê kevnar artêşek 6000 hezar kesî, yê aîdê 2000 sal berê ku ji kîlê hatiye çêkirin û mîna mezinahiya însanên jidil dihatin xuya hatin dîtin. Ji eskerên seramîk yekî jî naşibin hev û ev taybetiyên wan pirr ecêb hate dîtin.
1995 – Qetlîama Bosnayê: Artêşa sirban bi rêberiya ratko mladiçê li herêma srebrenitza yê Bosniya û Herzegovînayê, dest bi komkujiya srebrenitzayê yê ku tê de bi tevahî 8.000 bosnî hatibûn kuştin kirin.

Jidayîkbûn
1767 – john quincy adams, parêzer û siyasetmedarê amerîkî, Serokdewleta 6em yê Amerîkayê
1916 – aleksander proxorov, nivîskarê awistralyayî-rûsî, xwediyê Xelata Nobelê
1943 – howard gardner, psîkologekî amerîkayî

Mirin
1974 – pär lagerkvist, helbestvan û nivîskarê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê



11.07.2020 16:33 | merwano

19. îro, 7ê tîrmeha 2020an

Bûyer
1543 – Qewetên fransiyan Lûksembûrgê îşgal kirin.
1929 – benito mussolini bi Papa re li hev kir û Vatîkana serbixwe ava kirin.
1937 – Şerê Çîn-Japonyayê: Qewetên japonan êrîşê paytexta Çînê, Beijingê kirin.
1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Eskerên fransî û îngilîz, Bêrûtê îşgal kirin.
1953 – ernesto che guevara seredana Bolîvya, Perû, Panama, Kosta Rîka, Nîkaragua û El Salvadorê kir.
1978 – Giravên Salomonê ku li başûr-rojavayê okyanûsa Pasîfîkê ne, serxwebûna xwe ji Keyaniya Yekbûyî bi dest xistin.
1980 – Li Îranê di fermiyetê de li gorî şerîetê dest bi birêvebirinê hate kirin.
1980 – Koma Led Zeppelinê li Berlînê konsera xwe ya dawîn da.
1997 – Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di şerê sivîl ê kurdan (birakujiya kurdan a 1997'an) de (di navbera YNK, PKK, Îran - PDK, Iraq, Tirkiye, PDK-Î de derketibû) bi operasyona çêkûç piştî ku li dijî YNKyê alîkariya PDKyê kir û bi PKKyê re herb kir, ji bakurê Iraqê vekişiya. Di vê herbê de bi tevahî 5000 hezar kes mirin. Tirkiye bi 30 an jî 50 hezar eskeran beşdarê vê operasyonê bûbû.
2007 – Heft nuwazeyên cîhanê hatin tayînkirin.

Jidayîkbûn
1873 – sándor ferenczi, tûrenas û psîkoanalîstê macar
1882 – yanka kupala, dramatîker, weşanger, wergêr û helbestvanê belarûsî
1962 – sırrı süreyya Önder, derhêner, aktor, rojnamevan û siyasetmedarê tirk

Mirin
1901 – johanna spyri, nivîskara swîsreyî
1973 – max horkheimer, civaknas û fîlozofê alman
1993 – rıfat ilgaz, helbestvan û nivîskarê tirk



07.07.2020 22:31 ~22:31 | merwano

18. îro, 6ê tîrmeha 2020an

Bûyer
1189 – richard i ku wek "rîşara Şêrdilî" tê nasîn, derket ser texta Îngilistanê.
1253 – mîndaugas, taca Keyîtiya Lîtvanyayê da serê xwe.
1885 – louis pasteur derziya xwe ya dermankirina nexweşîna harbûnê li ser zarokek bi navê joseph meister ku ew ji alî kûçikek harbûyî ve hatibû gezkirin bi serkeftî cerriband.
1947 – Çeka ak-47 ku bi navê kalaşnîkovê tê nasîn, li Yekîtiya Sovyetan dest bi hilberanê hate kirin.
1957 – john lennon û paul mccartney, cara pêşîn sê sal berî avakirina koma muzîkê yê bi navê the beatlesê di festîvalekê li Keyaniya Yekbûyî de hev nas kirin.
1964 – malawî, ku weletekî li başûr-rojhilatê Efrîqayê ye, serxwebûna xwe ji Keyaniya Yekbûyî îlan kir.
1969 – Senaryoya romana Yaşar Kemal yê bi navê "İnce memed" ji ber sensûrê asteng bû. Yaşar Kemal got ku "sensûr, ziddê Qanûna Esasiyê (makezagonê) ye".
1975 – komor, serxwebûna xwe ya ji Fransayê îlan kir.
2013 – Herî kêm 42 kesan di gulebarana ku terorîstên Boko Haramê li dibistanek parêzgeha Yobeyê, Nîjerya pêk anînbûn mirin.

Jidayîkbûn
1859 – verner von heidenstam, helbestvan û nivîskarê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
1925 – mahmut gazi yaşargil, zanist û bijîşkê neurolojiyê
1946 – george w. bush, karsaz û siyasetmedarê amerîkî, serokê Amerîkayê yê 43yem
1975 – 50 cent, rapvan, çêker û aktorê amerîkî (G-Unit)

Mirin
1946 – gerhart hauptmann, nivîskarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
1962 – william faulkner, nivîskarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
1995 – aziz nesin, şaîr û nivîskarê tirk
2005 – claude simon, nivîskara fransî, xwediyê Xelata Nobelê
2005 – hîkmet fîdan, siyasetmedarê kurd, yek ji damezîrênerên hadepê



07.07.2020 15:34 ~22:26 | merwano

16. Îro, 3ê tîrmeha 2020an

Bûyer
1462 – girava lesbosê (bi tirkî Midilli) ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hate bidestxistin.
1767 – Kevintirîn rojnameya Norwêcê ya bi navê adresseavisen dest bi weşanê kir. Ev rojname hê jî derdikeve.
1778 – prûsya ji Awistiryayê re şer îlan kir.
1890 – idaho, bû 43. federedewleta Amerîkayê.
1905 – Li Rûsyayê leşkeran, ji şeş hezaran zêdetir karkerên ku diçûn grêva giştî kuştin.
1928 – Yekemîn weşana televîzyonê ya bireng hate pêkanîn.
1944 – Şerê cîhanê yê duyem: Yekîtiya Sovyetan herêma Mînskê ji Naziyan stendin.
1962 – Cezayirê serxwebûna xwe îlan kir.
1988 – Keştiyeke Dewletên Yekbûyî agir berda balafireke Iran Airê û balafir li ser kendava Farsê kete xwarê: 290 kes mirin.
2013 – Li Misrê derbeyek çêbû û artêşa wir dest avêt ser rêvebiriyê.

Jidayîkbûn
1883 – franz kafka, nivîskarê çekî-awistriyayî
1971 – julian assange, rojnamevan, weşanger, çalakvan û avakarê WikiLeaksê

Mirin
2000 – kemal sunal, aktorê sînemaya tirkî



03.07.2020 21:15 ~21:17 | merwano

14. 28 hezîrana 2020a

1895 – el salvador, honduras û nîkaragûa, Komara Mezintir yê Amerîkaya Navîn (greater republic of central america) ava kirin.
1914 – Arşdûka Awistriyayê franz ferdinand û jinê wî sophia ji alî nîjadperestek sirb yê bi navê gavrilo princip ve hate kuştin. Ev bûyer ji Şerê Cîhanî ya Yekem re bû sedem.
1919 – Di dawiya Şerê Cîhanî ya Yekem de di navbera Dewletên Mittefîq û Almanyayê de peymana aştiyê ya versayê hate îmzekirin.
1936 – Japonya, li bakurê Çînê bi navê Mengjiangê dewletekî kukla ava kir.
1942 – Şerê Cîhanê yê Duyemîn: Almanyaya Nazî li dijî Yekîtiya Sovyetan bi nasnavê Case Blue dest bi êrîşek havînê yê stratejîk kir.
1950 – Şerê Koreyê: Bajarê Sêûlê ku aniha li Korêya Başûr dimîne ji aliyê qewetên Korêya Bakur ve hate bidestxistin.
1950 – Şerê Koreyê: Tê îdiakirin ku di navbera 100,000 û 200,000 sempatîzanên komunîst yên gumanbar di Komkujiya Bodo Leagueyê de hatine qetilkirin.
1964 – malcolm x, Rêxisitina Yekîtiya Afro-Amerîkiyan ava kir.
2000 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, qerar da ambargoya ku li dijî Kubayê danîbû û 41 sal dewam dabû kirin nerm bike.
2006 – montenegro wekî endamê 192. ji Neteweyên Yekbûyî re hate qebûlkirin.
2011 – Google projeyê xwe ya nû yê torên civakî a bi navê Google+'ê îlan kir.

Jidayîkbûn
1712 – jean-jacques rousseau, fîlosof, nivîskar, awazvan û têorîstek siyasî yê swîsreyî-frenseyî
1867 – luigi pirandello, helbestvan, şanonivîs, nivîskarê îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
1906 – maria goeppert-mayer, fîzîknasa alman-amerîkayî, xwediyê Xelata Nobelê
1940 – muhammad yunus, aborîzanê bangladeşî, xwediyê Xelata Nobelê
1943 – klaus von klitzing, fîzîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê

Mirin
1836 – james madison, siyasetmedarê amerîkî, Serokdewletê Çarem yê Amerîkayê
1914 – franz ferdinand, mîrê împaratoriya Nemsa - Macaristanê
1942 – yanka kupala, dramatîker, weşanger, wergêr û helbestvanê neteweyî yê Belarûsê
2007 – orhan dogan, siyasetmedar, dadnas û parlamenterê kurd.

çavkanî:Wîkîpedîa



28.06.2020 12:06 | merwano

5. îro, 13 ê hezîrana 2020a de, ji xeynî agahiyên li jor *

1381 – Di pêşengiya Wat Tler de îsyankarên gundî Londonê zeft kirin, agir berdan ser avahiyên hikûmetê, zindanan vala kirin û serê hakim û dewlemendan jê kirin.
1859 – Li Erziromê erdhejek çêbû û di vê erdhejê de ji nîvî zêdetira bajarê zirar dîtin û 3 hezar kes mirin.



13.06.2020 22:20 ~22:21 | merwano