Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mamosteyên pozbilind] de;

1. Bi piranî jî ev taybetmendî bi mamosteyên zaningehê re heye. Xwe ji xwendekaran mezin dibînin, wilo xwe qurre dikin.

bûyereke dawî di navbera min û mamosteyê zaningehê;
Merik digot, kes ji min pirsa nake vir de wir de.sîtem dikir.
Rojekê tiştek hat bîra min min jî jê pirsî, bi rê ya WhatsApp ê.
Peyam şand. Zilam peyama min dît.lê bersiv neda.
1-2 seat derbas bû. Min got qey min tiştekî çewt pirsî.
Mêrik dîsa peyam xwend lê bersiv neda.
Min jî di nava xwedê got, cehnama te kirî dqn.

Bû sibeh seat wek 10an peyamekê dirêj nivîsandiye, dibêje; te tiştekî xelet negotiye, ez ne vala bûm, filan mevan.wekî tu ne vala bû yî, tu çima peyamê dixwenê, an jî bêje go ez vala bûm ez ê bersiva te bidim.(dilê min xweşkir)

Ê bavê min te ne digot bipirsin, piştî ku me ji te pirsî jî, wek tu me nexê dewsa zilama. Vece,tir li ku das li ku!



08.05.2020 22:13 ~23:22 | merwano