Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [online kurdish lessons] de;

1. Wek ku ew xwe didin nasîn:

Kurdish Lessons ji aliyê komeke mamosteyên ‘’Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî’’ ve hatiye avakirin. Armanca vê koma xebatê ya sereke, perwerdehiya zimanê Kurdî ya bi rê û rêbazên zanistî û pedagojîk e. Hemû mamosteyên vê komê mezûnên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ne û hemû perwerdehiya ‘’Formasyona Pedagojîk’’ wergirtine.

Her zimanek di nav xwe de taybetiyeke ciyewaz dihewîne. Tu zimanek tenê ji peyv û hevokan pêk nayê. Di bingeha zimanekî de folklor, çand, erdnîgarî, dîrok û ya herî girîng jî edebîyat heye.

Koma xebatê ya Kurdîsh Lessons di wê baweriyê de ye ku têgihîştina rihê zimên dikare hînkirina wî zimanî hêsantir bike. Kurdish Lessons dê bi vê pêşbînîyê xebatên xwe bike.

Bi kurtasî wilo *
Serkeftin ji bo wan dixwazim.
Hesabê wan yên twîtterê;
Here lînkê



15.05.2020 21:09 | merwano