Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [keka şil] de;

1. an jî bi tirkî islak kek

ji bo amedekirina wê (ji bo 1 tepsiyê ye)
-7 hêk
-600 gr şekir (3 îskan)
-500 gr ard (3 îskanê û tiştek)
-500 ml şîr (2 îskan)
-70 gr kakao (bi qasî 3/4 îskanê)
-200 gr guhîzê hûrkirî (2 îskan)
-30 gr sodyûm bîkarbonat *
-200 gr damla drop
(Hemûyan tevlîhev bikin û vala bikin tepsîya kû rûnkirî (bila margarîn be),
di firnê de 175 °C de nezîkê 1 seatê de wê çê be,
pîştî ku we ji firnê derxist, bi kêrê xêz bikin
ji bo ku av(sos) xwe berdê nava wê)

Ji bo ava wê (sos) :
-400 gr şekir
-1 Lt. Şîr (4 îskan)
-250 ml rûn (1 îskan)
-150 gr damla drop
(Şekir,şîr û rûn di nava beroşekê de tev bidin,
dema germ bû damla dropa tevlî bikin û heya di nav de bihelin tev bidin,
pîştî ku heliyan êdî hûn dikarin bi ser kekê de birijênin)

Edît: pîvan li gorî îskanê hat eyar kirin



07.07.2020 22:42 ~2021.06.21 21:36 | merwano