Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [getto] de;

1. herêmên ku bi piranî hindikayî lê didijîn, ji herêmên din îzole bûyî.

getto peyveke îbranî ye(גֶטוֹ, ghetto).
di serdema navîn de kesên biyanî ji bo werin qontrol kirin, cihên veqateyî de dihatin bi ceh kirin.
komên wek cihûyan jî ji mafên gelemberî mehrûm li taxên nebaş de dihatin bi ceh kirin ku li venedîkê jî cihê ku yahûdî lê didijîn bi peyva getto dihat pênase kirin, piştre li hemû ewrûpayê ji bo hemû taxên cihûyan hat bi kar anîn.
di şerê cîhanê yê duyemîn de jî adolf hîtler, hemû cîhûyên li elmanya sirgûnî taxên nebaş dikir.
îro ev peyv li cîhanê ji bo taxên nebaş tê pênase kirin ku kesê li vir di dijîn bi piranî hindikayî ne. ev kes çanda xwe xweser berdewam dikin, ji bajêr îzole ne.

mînak;
li stembolê cihê ku kurd lê didijîn yê getto: taxa kanarya *
lı edena: taxa hürriyetê

(bnr: taxên getto)



21.05.2021 18:21 ~18:23 | merwano