Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [telefonên qaçax] de;

2. Lawo bi Xwedê, berî kirina telefonê mêjî bi min re namîne. Telefona min ya ewil xiaomi mi 5 bû, heya min ew kirî gurçikên min reş bûn. Hema ez li taybetmendiyên wan didim ber hev di vir de wê de. Dawiya dawî ku dikirim ew qasî bala xwe jî nadim wan.
Vêce ev telefon ne qaçax bû, li ser gittigidiyor.com ê min bi salek garantî kiribû. Min bi vê telefonê 3.5 sal derbas kir, ev 5-6 mehên dawî mela selaya wê dixwend lê bin erd nedikir*

Serê we neêşînim, îro min cara ewil telefona qaçax kirî(redmi 9t), ji ber imei û hwd. Dizanim hinekî wê serê min wê biêşê lê ew jî tiştekî asayî ye.
Tirsa min ya herî mezin ew e ku telefon heqê taybetmendiyên xwe dernexe, yanî ne wek ku dinivîse derkeve. Mînak 6000 mAh pîla wê heye lê divê li gorî vê yekê 1.5 rojê rehetî xwe bigire....
Ya bi xêr



06.07.2021 16:47 ~16:48 | merwano