Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirov çawa fêhm dike ku tê hez kirin] de;

1. bi rastî çawa tê fêhm kirin, bersiveke ku em bêjin sedî sed bersiv ev e, heye?

li gorî min ev mijareke komplîke ye, li gorî kesê ku em difikirin bersiv jî tê guhartin.
mînak, dê û bavê me tenê keda ku li ber me xerç dikin bes e ku em fêhm bikin.
an jî hevalê me bi hevaltiya xwe, bi qenciyên xwe, bi gotinên xwe bi me didin hîs kirin ku kêfa wan ji me re tê.

lê tişta meraq dikim ku aniha jî ji hev dernaxim û mebesta min bi vekirina vê mijarê jî ev bû, gelo mirov çawa fêhm dike ku keçik ji te hez dike an nake?
niha yek di dilê min de heye, dixwazim bêjim kêfa min ji te re tê lê paşê ditirsim hevaltiya me bi vê xera bibe û dîsa jî bê biryar im.
*



14.12.2021 00:02 | merwano