Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stratovolkan] de;

1. An jî volkana bitebeqe, biqat.
(bnr: strato)( qat, tebeqe)

Ev volkan ji qatên lav û tefrayan (xwelî, lapîllî, bombeyên volkana) pêk tên. Lavên ku ji van volkana derdikevin bêhtirîn asîd in, germahiya wan dor 600°-700° pileyî ne, li gorî lavên bazîk girantir diherikin. Ji ber vê yekê, piştî lavan malzemeyên pîroklastîk(tefra) ser wan digirin, piştî ku volkan dîsa lavan derdixe ser qata tefra dinixumîne, heya ku volkan aktîf be ev fetl berdewam dike.
Here lînkê

Stratovolkan, li gorî cûreyên din yê volkana bihêztir diteqin, ji ber asîdbûnê lav, ji binê erdê giran derdikeve, malzemeyên pîroklastîk dema devê kuleka volkanê digire. Ji ber vê yekê volkan diteqe û devê kulekê pakij dike.

Îro piraniya volkanê cîhanê stratovolkan in.
Mînak: Fûjî, Tendûrek, Nemrûd, vezûv,



22.02.2023 13:04 ~13:13 | merwano