Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ax] de;

12. li gorî hin baweriyan * çavkaniya mirova ye. yanî mirov pê hatiye afirandin.
di quranê de sureyên ku qala afirandina mirov bi axê dikin:
-6/En'âm 2
-15/Hicr 26
-20/Tâhâ 55
-22/Hac 5
-23/Mu'minûn 12
-30/Rûm 20
-35/Fâtır 11
-40/Mu’min 67

û ger em ji aliyê zanistiyê ve li ser vê mijarê çend tişta bêjin û bi min ya herî grîng jî ev e: ax, sedema hebûna me ye, ger îro ax li cîhanê neba gelek rîwek şîn nedihatin, û hee wiha oksîjen jî nedihat çê kirin. êrê dibe ku çend riwekê ku îro bi saya teknolojiyê di nav avê de dikarin werin çandin hebin lê em nikarin hemûyan biçênin an jî kolikên ku me ji bo pergala van rîwekên di nav avê de şîn bibin me ava kirin, têra daristana nakin...

ji bo pêk hatine 1 cm axê 200 sal pewist e,ew jî ku şert guncaw bin.
lê îro piraniya mirovahiyê axa ku em li ser dijîn heya ji wan tê, bi avêtiyên mal û endustriyê, bi gûbreyan û hin madeyên kimyevî, avahiyên ku li ser rûyê erdê tên çê kirin û hwd. ev axa ku bi hezar salan encex pêk tê bi yek carê serobino dike....



23.05.2021 16:07 ~16:10 | merwano