Tirşik - Profîl
tirşik-profîla golikvan

profîla "golikvan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kesên ku tûşî coronayê bûne] de;

1. belê wan kesan yek kes jî ezim.ev deh roj ser pêketina min re bihûrî.dema kû ez pê hesîyam min tûşî corona yê bûme agirê laşê min zêde bûbu.serî,çav û movîkên min diêşîya.li roja dûyemîn teqet min tinebû ku ser lingan pê bisekînim.
roja seyemîn min çû torax-ct kişand kezebên min pakij derket ku pisporan goten min belkî vîrûs he jî daneketîye kezebên te.
şunve min go ez pcr(ji sinûsan de vîrûsê dimeyzînin) jî bidim.û piştî dayinamin çar penç saet derbas nebûbû ser mobilê ez gerîyyam gotin pcr a ku te daye erênî ye û vê şunde gere tu çardeh rojan derneyî derve û tekiliya xwe her kesî bibirî û mala xwe de jî kesî ra rûbirû nemînî, tekeve odekê û xwe kesên din biparêze û emê sibê te ra dermana bişînin ku dê tu baştir bibî.
lê roja çarêmîn min destpekî vexwarina dermanên şandî kir.lê eşa serê min ya cavên min derbas bûbûn,teqeta min jî hatibû cîh.
piştî roja çaremîn min tehma xwardinan û behna tiştan hilnêdida.ev heftîyekê ez nû tehm û behnê hildidim.
û vê demê de min ev şewba derbasî kesî nekîr.min xwe odekê de îzole kir û heta vê rojê derneketim derve û çardeh rojên min neqedin jî ez dernayêm derve.min xwest ku kesen tûşî vê nexweşîyê bûne bila serpêhatîyên xwe vira parvebikin kû bila bo vê şewbê bingehek bê duristkirin ku kesên nû tuşbûyî qencîyekê van serpêhatîyan vebigire.
hevîya xwedê emê vê belayê jî ser xwe bavejîn.



09.09.2020 01:42 | golikvan