Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hezkirina zarokan a avê] de;

1. Bûyereke balkêş e. Îstîsna ne di nav de hema hema zarokên biçûk giş ji avê hez dikin. Yanî li derdora me wisa ye, nizanim zarokên li kêleka deryayan dijîn jî hez dikin an na. Dibe ku ji ber kêmbûna avê(çem, derya û hwd) zarokên me ewqasî hezkiriyên avê ne.

Bi taybetî bala xwe didim xwarzî û biraziyên xwe, hema derfet çêbibe xwe didin ber avê û xwe şilopilo dikin. Dema ku em bi wan re dixeyidin, em dibêjin avê belehaq neherikînin, disekinin lê dawiyê wekhawê ku dest û lingên xwe bişon dest pê dikin û dîsa xwe ji serî heta pêyan şil dikin.

Îja dê û bavên wan hawizekî naylonî kirrîne, wî tije av dikin û zarok dikevin nav avê. Bi kêf û coş tê de dilîzin ji xwe re.



17.08.2021 13:17 | xabûrî