9. Carinan bi saetan li ser hev mûzîka wî guhdar dikim. Her ku guhdar dikim pê sermest dibim û carek din jê re dibim hijmetkar. Di mûzîka kurdî de wek cewherekê ye Mehmûd Berazî. Lê mixabin li ser spotifyê hemû berhemên wî nînin. Xwezî hebûna. |
|
22.01.2022 20:18 ~22:47 |
xeyda
|
5. mûzîkjenekî nepenî ye. bi bejn û bala xwe, sewta xwe li tu derê nayê xûya lê bi mûzîka xwe ve mêriv sermest dike, coş dike, dikesirîne. newayên wî hêviyên min ên ji bo mûzîka kurdî geş dike. xwedanê terzeke xwerû bi xemla kirasekî kurdî ye ku mirov dikare bi saetan guhê xwe bide mûzîka wî. bila her li dinê be û newayên xweştir biafirîne. |
|
23.05.2020 01:10 |
xeyda
|