Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [reşerûtk] de;

1. peyveke gellekî resen a ji serhedê ye. min li ferhengên kurdî nêrî lê li rastê wê nehatim. ji bo zarokên pêxwas, bê derpê, porê wan gijik, pozê wan bi xîtik; li ber tavê û sermayê gewr an reş bûne tê gotin. malbatên kurdan ji berê de ye xwediyê kulfetekî zêde ne. di her malekî de ji xeynî kal û pîran herî kêm heft, heşt zarok hene. dê û bav ji ber kar û zehmetiyên rojane yan jî ji xemsariyê û nezaniyê bi zarokên xwe re têr mijûl nabin, guh nadin hebûna wan. di klîba strana jêrê de ji wan zarokan gellek hene.




22.04.2020 20:43 ~20:46 | xeyda