Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wan] de;

32. Bajarê ku lê hatime dinê. Piştî dehan salan îsal min berê xwe da vir û li vir bi cî bûm. Ne ku xelkê vir im, hew bi çavekî objektîf dikarim bêjim ku li bakur piştî Diyarbekirê bajarê herî xweş ev der e. Him ji aliyê xwezaya xwe him derfetên bajarî ve balkêş û xweşik e. Bes gola wê an bi qewlê xelkê Wanê ve behra wê têrê dike ku meriv li vir bi bêhnfirehî û bextewarî bijî. Jixwe Xemla bajêr a herî mezin gola wê ye û çiyayên bi heybet yên çar alî rêz bûne.

Ji aliyê nifûsa xwe ve jî balkêş e ev der. Li navenda bajêr ji xeynî Niştecihên Wanê hema bêje herkes lê ye. Îranî, Afganî, Colemêrgî, Şirnexî û kes û karmendên ji bajarên Tirkiyê. Lê di nav wan de yê ev der herî zêde zeft kirî Îranî ne. Li ku erdê Wanê bigerî ji kurmancî bêtir farisî tê guhê mêriv. Çendîn ji aliyê aboriyê û modernbûna bajêr ve hebûna wan baş be jî ji aliyekî ve mirov aciz dibe ji wan. Li hemû firoşgehan, dikanan, kafeyan, caddeyan ew hene û dengê wan. Ewqasî ku carinan ji bîr dikim ku li welatê xwe me.
Ji xeynî vê meselê bajar bixwe têra xwe xweş û xwedî derfet e. Û hêjayê pesna ye.



23.10.2022 00:36 | xeyda