Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [narsîst] de;

3. yek ji peyvên ketiye nav dest û piyan e. yê dizane yan nizane vê axiriyê devê hemû kesan de ev gotin heye. li kû derê rastê evdeke ji xwe razî an piçekî qurre bên, bi dest xwe re teşhîsa narsîzmê pê datînin.
jixwe li ser youtubeê bi sedan psîkolog peyda bûne ku hema bêje tevî wan sextekar in, tiranê xwe bi aqlê mirovan dikin. kî, kû de rabûye çûye qursekê, semînerekê yan çend pirtûkên beredayî yên li ser xwepêşvebirina mirovan xwendibe, xwe li serê xelkê kiriye pispor, psîkolog. înternet jî ji bo wan bûye xêra xwedê. li ser youtubeê kanalekî vedikin û dest bi şîretên vik û vala dikin. tişta ecêb bi hezaran mirov bê pirs û guman didin dû gotinên van kesan û jiyana xwe li gor gotinên wan sererast dikin. bawer im şêx û melayên vê demê jî ev kes in.



18.09.2021 01:41 | xeyda