Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [inception] de;

8. Fîlmeke 11 sal berê ketiye weşanê lê belê ez hêja nû lê darî dikim. Ew jî min navê wê bi xeletî li ser înstagramê dît û weha lê darî kir. Çima ewqas dereng, jbk ez guh li pêşniyariyên kesî yê filîman nakim. Lewra çiqas ji min re gotibin filan fîlm xweş e û min lê darî kiribe, ew fîlm nexweş derketiye. Ji loma min jî dev ji guhdariya wan berda. Ev serê çendik û çend sale li gor populerite û pêşniyaran fîlma darî nakim. Lê min dît ku min gelek tişt ji dest daye. Yanê fîlmeke weha ku ez bi çalepûka lê digerim bi tesadufî derdikeve pêşiya min.

Ya rast ez ji filîmên ku canawar, kujer, zombî mombiyan natirsim. Dijberî wê ji fîlmên bi vî terz û şêwazî gelekî ditirsim. Heya ku ditirsim heşê xwe wenda bikim. Ji xwe gelemperî a di van demjimêran de darî dikim. Û ev demjimêr pir bi talûke ne. Dinya tarî û bêdeng, tenê tu û fikrên te hene. Di nava hizr û fikaran de mêjî çelq dibe. Weke ku dê serê mirov biteqe. Heçwekî deriyek nû jê re vebûbe û asoya fikrên wî gihaştiye asta herî bilind. Hebûna xwe, rastiyê, wateya jiyanê, mimkûniyeta filîmê difikire û hey difikire.... heya melê sibehê, heya tav tavêje.



15.10.2021 02:36 | tîrêj zana 21