Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [laz] de;

7. Neteweyek têkçûyî ye. Di nava çend sala de dê ji hola dîrokê rabin. Ji niha û pê de ger piştgiriyek xurt ya dewletê nestînin û bo zimanê wan îstîhdam çê nebe dê tu carî nikaribin li ser hemdê xwe vegerin. Talî dê komara romê bigihêje meqsed û mirazê xwe û dê neteweyekê bi temamî bişifêne û tune bike.

Kêfa min ji wan re û ji popularîteya wanî boş û belaş re nayê. Ji ber ku wekî li jor jî hatiye gotin neteweyek tirsonek û ne xwudî vînekê ye. Ji ber tirsa zexta romê û tirsa ku tiştên bi serê kurda de hatine bi serê wan de jî bêt, deng ji xwe dernexistine û xwe di kozikên xwe de veşartine. Heya bi qastî xwe û zarokên xwe bişaftine. Ji bo xwe kamûfle bikin bêhtir bûne netewperestên tirk( wekî ku li xarpêtê û li bajarên rojavayê bakurê kurdistanê kurd dikin).

Yanê wekî ku kêfa min ji kurdên bişaftî û tên bişaftin re nayê ji vî gelî re jî nayê. Ne netewek grîng e. Ji ber ku wan nirx û qîmet nedane ziman û çanda xwe û li hember bişaftinê li ber xwe nedane. Lê belê bo me kurda mînakek girîng e. Herwisa tecrubeyeke bo me. Ger em jî xwedî li zimanê xwe derneyên, aqûbeta me jî dê weke vî gelî be. Wekî ku di filîmê " hükümet kadın, ay lav yu " tenê emê bibin netewek, tirkî bi awayek hişk û di qirikê de diaxive û çend peyvên wekî ( " ogır be, lı mın kırıke, keçe, keje, tüne" bikar tîne. Bi vî awayî dê ji axaftina me re jî bêjin " güneydoğu anadolu ağzı"( devoka başûrrojhilatê anatoliya) û me ji dika dîrokê bidin alî. Ewê li Dîlan, govend û reqsa me xwedî derkevin û bikin parçeyek ji çanda xwe, xwarin û edetên me dê li ser xwe tapo bikin, kurda heta hetayê bi xwe girê bidin û bo xwe bikar bînin.

Ez bi xwe ji bilî kurdbûnê xwe wekî tu neteweyê nikarim bifikirm. Yanê ezê çawa wekî ku ji neteweyek din bim bijîm. Bê kurdî nikarim hestên xwe vebêjim, xwe rave bikim, derdê xwe bi rihetî bêyî ku zorê bidim xwe vebêjim. Bi birayê xwe, xwişka xwe, dêbavê xwe re tu carî min bi zimanek biyanî neaxiviye û nikarim biaxivim jî. Car caran hewl didim bi kesên tirk re an kurdên tirkîaxiv re bi tirkî biaxivim jî bêyî vîna xwe zimanê min li kurdî vedigere. Zimanê min li hev dikeve, bêhna min diçike, heşê min diçe.

Ez ji nihade bêjim, ger taliya me jî bibe weke lazan nizanim ezê çi bikim. Kêfa min ji têkçûyî ya re naye. Ji loma heya sax bim weke kesekî têkçûyî û rezîl nikarim bijîm. Nikarim di nava çanda tirka ya xeberok û ehmeqane de bijîm. Ji loma bo ev ziman û netew têk neçe, karim her tiştî bikim.



29.01.2021 20:38 | tîrêj zana 21