Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [anf vs rûdaw] de;

21. Helbet rudaw. Ji ber ku rudaw netewperwer e. Nûçeyên hemû kurdistanê diweşîne. Teqez jî pêşkêşvan dilbixwîn dara favoriyê min e. Berê nizanim lê anha rudaw weke alîgirê çi kesî xuya nake. Nûçeyan objektîf pêşkêşî me dike. Mesela ne alîgirê pkkê ye. Dema behsa ocalan dike nabêje "rêberê gelê kurd" dibêje " serokê pkkê". Ne alîgirê pdkê ye jî. Dema tiştek nebaş bikin divêjin wan jî. Ji bo barzanî jî nabêjin "xelaskerê kurda, rêberê wan û hwd." Berê digot serokê herêma kurdistan û niha nizanim jê re çi dibêjin.

Wekî din di bernameya dilbxwîn dara ya rojava de, çi kêmasî û nebaşiyên rêvebeirya rojava hebin hemuyan dibêjin daku rêveberî wan çareser bike û rojava pêşde here. Algirên danûstandina kurdî-kurdî ne. Ez bi xwe nûçeyan bi saya rudawê dişopînim.

Ji aliyê teknîkî ve jî 10 cara ji anf biqalîtetir e. Muhabîrên wê li bakur hene û bi rihetî karin agahiyan berhev bikin. Heqet anha hate bîramin, ma anf ajansa nûçeya ye, rudaw qenala tv ye. Lê dîsa jî rudaw bêhtir kare xwe bigihîne nûçeyan.



31.01.2021 11:05 | tîrêj zana 21