Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkxaneya el-cezerî] de;

9. Piştî avêtina qayûman ya li ser şaredariya, ji neçarî pirtûkxane hate girtin. Niha pirtûkxane tune ye.



14.12.2020 14:20 | tîrêj zana 21

8. Pirtûkxaneyeke kurdewarî ya ku ji aliyê tirşikvanekî ve li bismila amedê hatibû vekirin e. Pirtûkxane gelek berhemên kurdî dihewand. Xwudiyê pirtûkxaneyê li lîseyê diket waneya me ya " türk dili ve edebiyatı" ( ziman û wêjeya tirkî). Lê di waneyê de ji wêjeya tirka bêhtir behsa wêjeya kurdî dikir. Ehmedê xanî, baba tahîr ûryan, feqiyê teyran , melayê bateyî....

Wê demê xwudiyê pirtûkxaneyê kartên têketinê belav dikir, bi perekî bê qîmet. Hem pirtûkxane bû hem jî jihê ders lê bixebitin hebû. Lê mixabin ez nebûm endam û neçûm pirtûkxaneya wî. Piştî ku ez li tirşikê bûm endam, min wêneyê wî camêrî di gel simurg dît û pir xemgîn bûm. Tiştê zanim wî jî demekî li vir dinivîsand lê niha nanivîse.

Piştî demekî ez li berberekî lê rast hatim û min ji qewla shorbevan gotê wî " tu ne tirşikçî yî?" Li min mat ma. Nizanibû dê bêje çê. Paşê min xwe pê da nasîn û behsa wî tirşikê kir. Soza dayîna pirtûkên kurdî da lê hêj li benda wî me*


(bnr: darînê daryo)



14.12.2020 14:17 | tîrêj zana 21