Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [êşa qirikê] de;

5. Êşa ku ev 4 roje wê qûn li min qetand. Ji seba wê nikarim nan û av jî bixwim. Îja ji ber birçîbûnê bêhal dikevim. Di vî 4 rojî de min 4 kîlo dane. Heke hinekî din jî bidome teqez ezê bimrim.

Ji ber tirsa vîrûsa koronayê bêeleqabûna bijîşka ez naçim nexweşxanê jî. Hama li mal çi heb, şirûb, fisfis, dermanê kurmancî, dermanê pîrika hebe, hemûyan bikar tînim. Heya ku min fisfiska poza, ya ku pozê xitimandî vedike min bere qirika xwe dabû. Piştî bikaranîna wê rojek derbas bû hêj nû pê hesiyam ku ew ya poza ye. Ma xopanê tema wê tehl wek ziravê bû. Ji xwe divê min ji tema fêm kiribûna.



21.06.2020 14:24 | tîrêj zana 21