Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîdyoya celal talabanî û kamûran bedirxanî ya sala 1963yan] de;

3. Vîdeoyek lazime her ciwaneke kurd û siyasetmedarên kurdan lê darî bikin. Di vîdoyê de mam celal bibiryarbûn û ciddiyetê û herwiha mafdarbûnê temsîl dike. Bi awirên xurt û ciddî li hêla kamerayê dinehêre û yek bi yek gotinên xwe bêkêmasî vedibêje. Bêyî ku ji kesekî bitirse, beyî ku gotinên xwe vaco maco bike, li gor berjewendiyên kurdan dixe rêzê û dibêje. Mîr kamuran jî di vir de zîrektî û pisporiyê temsîl dike. Bi awayek profesyonel û jêhatî bi qasî ku fransî zimanê dayikê be diaxive û hevokên mam celal werdigerîne fransî.

Bi rastî dema mirov li vê vîdyoyê darî dike sempatî û heyraniyek ji van şexsên dîrokî çê dibe. Ger ev herdu pêşengên kurdan hê jî sax bûna, bawerim wê halê kurdan ne ev bûya. Li siyasetmedar û pêşengên berê binehêrin û li yê niha binehêrin. Ji dêlava ku em pêşde herin, em paşde hatine.



31.12.2021 00:13 | tîrêj zana 21