Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [artigercek.com û arti tv] de;

2. Kenaleke hişmendiya rêveberên wê çepgirî ye. Herçî hefteyekî li ser hev li vê qenalê binêre heya bi xwekujiyê jî kare biçe. Kar û emelê vê qenalê reşkirin û rexneya akp ye. Şev û biro rexneyan li akp û endam û kiryarên wê dikin. Meseleya kurd weke meseleyeke navxweyî ya tirkiyê dibînin û bo çareserkirina wê jî " demoqratîkkirina tirkiyê" tekane rê dibînin. Temaşevanên wê piranî û heya bêje tev kurd in. Bavê min jî heçku ewqas pkk yî ye, bûye hesîrê vê qenalê. Şev û biro li wan temaşe dike. Dike em tev dîn bibin. Zimanê qenalê ji xwe bi tirkî ye.

Werhasil ji dêlava ku kurd bo kurdistanê bixebitin, berê wan didin " demoqratîkkirina tirkiyê" û pêşdebirina wê. Bo wê jî hemû hêza xwe bo têkbirina erdoxan xerc dikin. Weha kirine heçku erdoxan biçe dê halê kurda pir baş bibe û emê tev azad bibin. Hêviya kurda bi têkçûna erdoxan girêdane.



24.10.2020 21:49 | tîrêj zana 21