Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ûr û rovî] de;

17. Xwarina ku bi tijekirina rêviyên pez an dawaran bi birincê tê çêkirin. Paşê di avê de tê kelandin.

Li taxa me cihekî xwarinê bo sûriya hatiye vekirin ( ji xwe êdî taxa me ji kurda bêhtir bûne sûrî). Vêca nizanim xwarinên wan tişteke çawa ne? Dema mirov di ber dikanê de derbas dibe, ji bêhna wan dilê mirov li hev dikeve. Ji bêhna hûr û roviya 10 qat dijwartir e. Ji xwe dema çav li mehdê donera wan dikim ji xwarinê sar dibim.

Werhasil, me behsa hûr û rêviya dikir sûrî ji ku derketin?* hûr û rêvî ger xweş were çêkirin, rêviyê wê baş werin şûştin û baharat û sîra wê baş pê werkirin tama wê xweş e. Lê min hêj yeka tama wê xweş nexwariye.

Nîşe: belê îşev xwarina me ev bû.



06.08.2021 20:39 | tîrêj zana 21