Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xiroka sor] de;

1. Di nav xwînê de xaneyên herî zêde xirokên sor(erîtrosît) in. Karê sereke yê van xaneyan guhestina oksîjen û karbona dîoksîdê ye. Şêweya(şiklê) xirokên sor, şêweya xepleyî ye. Rûyên xirokên sor bi herdu aliyan ve rûçal in. Bi vî awayê rûyê xaneyê hê firehtir dibe û guhestina oksîjenê hêsantir dibe. Xirokên sor yên mirov, ne xaneyên asayî ne. Erîtrosîtên gihîştî, tu endamok û navik lixwe nagirin. Bi vî rewşa xwe xirokên sor ji xaneyê pirtir dişibin kîsikokan. Xirokên sor proteînek gogî lixwe digirin. Navê vî proteînê, hemoglobîn e. Ji ber ku navik, mîtokondrî û lebatokên din tune ne, di nav xirokên sor de ji boy hemoglobînê gelek cih dimîne. Di nav her xaneyek xiroka sor de bi qasî 250 milyon molekulên hemoglobînê heye. Her molekulek hemoglobînê, 4 molekul oksîjen lixwe girê dide û ji pişikan diguhezîne xaneyên laş. Li ser parzûna xaneyên xirokên sor de molekulên glîkoproteîn û glîkolîpîd hene, van molekulan, komela xwîna mirov diyar dikin. Di moxê sor a hestiyê mirovên gihîştî de her çirkeyek (seniyekî) de bi qasî 2.400.000 xirokên sor tê çêkirin, her wisa her çirke ewqas xirokên sor jî tên hilweşandin. Temenê xirokên sor derdora 120 roj e. Xaneyên neçalak ji aliyê xirokên spî ve tên hilweşandin, hin beşên xirokên sor di kezeb û sipil(fatereşk) de tê enbarkirin. Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-6 milyon xirokên sor heye. Eger ji ber hin sedeman hejmara xirokên sor kêm bibe, mirov bi nexweşiya kêmxwînî dikeve. Navê din a kêmxwîniyê anemî ye.



07.02.2020 03:22 ~13:52 | tîrêj zana 21