Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê] de;

43. min afîşek tewşo mewşo çêkir. niza çawa ye? ger we neeciband yekî hûn çêkin.

Here lînkê


edît: ji bo sirûd an slogana îsal pêşniyariyên we hebin ji kerema xwe binivîsin.



24.04.2021 23:23 ~23:33 | tîrêj zana 21

42. kampanyaya ku bi min divê îsal jî bi pêşengtiya tirşikvanên têr şopîner ve were lidarxistin. mixabin ji bilî twiterê cihekî ku em xwe bigihînin kurdînivîsa tune ye. ji aliyê baş de em binehêrin cihekî ku kurd lê rêxistin bûye heye. par dema ev kampanya hat dest pê kirin, min tenê bo wê hesabek vekiribû û hêj jî wê hesabê bikar tînim. çend roj berê min şîroveyek ji tweeta yekî re nivîsî bû, 6500 kes şîroveya min xwendibû. heya îro çi gotin an nivîsek min negihaştibû ewqas kesan. heye ku ew qas kes tirşikê jî naxwînin. ji aliyek din ew roj min li google tirsik.net nivîsî, di rêza yekem de ev malper, di rêza duyem de ekşi sozluk û di rêza sêyem de twîta ibrahim halil baran ya ku di vê kampanyayê de gotibû 'tirsik.net çito xweş e.' derdiket. bi min ev mînak girîngiya tweeterê berbiçav dike. yanê me ewqas li vir nivîsiye jî dema li google yek vê malperê dide gerîn, tweeta kesên têrşopîner derdikeve. ji loma divê em îsal û hersal vê kampanyayê bikin wek edetek û bi piştgiriya hemû nivîskara bikin.



24.04.2021 22:52 | tîrêj zana 21

37. Qampanyaya ku dereng dest pê kir. Demjimar 20.00 an de destpê kir û heta piçekî germ bû, li me bû şev. Çend demjimêrê din jî zû hatibûna dest pê kirin dibe ku hêj baştir bûna. Belê bi taga #tirsiknet hat dest pê kirin û nekete nava " populer gundem" lê belê "tayma kurda" serobino kir. Ez bawerim heçiyê li tiwîtirê bi kurdî dinivîsin bi awayekî pê hesiyan. Belê min jî cara yekem bi boneya vê çalakiyê tiwît avête. Hin heval îstatîstîk xwestine, ez zêdenizanim tiwîtirê bikar bînim lê ez bawerim îstatîkê wê ne diyarin. Lê ez dikarim vêya bêjim bi sedan tiwît hat avêtin û hayê sedan kes pê ket. Careke din heke çalakiyek awha bê kirin divê amadekarî baştir bê kirin û daha organîze bê kirin. Lê dîsa jî xweş bû û gihaşte hin armancê xwe. Ev nivîskarên yê nû û hejmara peyam, mijara jî berhemên vê çalakiyê ne. Ha keda brusk56 jî bibîr neyînim dilê min rehet nabe. Siheta wî û ya me teva xweş. Heçî hevalê nû hatine tev bixêr hatine.



02.05.2020 15:54 | tîrêj zana 21

31. Kampanyaya ku min ji eyar xistiye. Law sê demjimêre bê navber dinivîsim, parve dikim, fortê tirşikê davêjim û tew nivîskarê me jî xwe li vir avêtine erdê. De zû rabin min bixwe nekin ha*



01.05.2020 22:56 | tîrêj zana 21

18. Danasîna ku ji bo wê min hemû alavên xwe tije şarz kiriye ye. Piştî demjimarekê dê bi taga #tirsiknet were destpê kirin. Heya ji destwe tê screnshotê peyamên pêkenok parve bikin bi ya min dê çêtir be. Heya derngê şevê bê navber divê peyam werin şandin. Berê jî min gotibû şopînerên min tune lê di bin tagê ezê parve bikim. De hadê ji me hemûya re serkeftin.



01.05.2020 18:58 | tîrêj zana 21

14. Sibê ji xwe în e, yanê roja weşandina wergera filma ye. Divê fîlm berî çalakiya me li tirşikê bên barkirin. Herwiha wek hevalê brusk jî gotiye divê ji niha de sernivîs û peyamên tirşikê yê têr û tijî bên nivîsîn. Lê mijarên siyasî tunebin dê çêtir be.

Herwiha ji niha pê de qene ji bo 2-3 roja peyamên kin û naveroka wan vala neyên nivîsîn dê baş be. Ji ber heye yek bê û li tirşikê binehêre, û tev peyamên bê wate bin dê tesîra tirşikê lê neke û ewê here.

Hemû nivîskarên tirşikê werin ji kerema xwe van roja qene heya çalakî xelas dibe binivîsin, ez bawerim ewê tiştek pir xweş derê holê. Herwiha sibê demjimar 20.00 an heya derengê şevê kesên beşdarî çalakiyê dibin , binivîsin û her binivîsin.

Pêşniyarên min jî bo tagê,

#tirşiknetdisalaheftadeye
#ansîklopediyakurdî


Ha vêya jî bêjim tirşikvanê tiwîtira wan tune, bila ji bîr nekin ji bo çend roja hesabekî ji xwe re vekin. Vekirina wê ne pir zehmet e. Di 10 çirka felan de dikarin bibin xwedî hesabek.



30.04.2020 14:32 | tîrêj zana 21

7. Kampanyaya ku ezê jî beşdar bibim. Lê belê ji niha de bêjim hesabê min yê tiwîtirê tu şopînerên min tunin. Berya çenda kî ji bo şopandina çend kesan min vekiribû ev hesab lê dîsa jî tiştê ji dest min hat ezê bikim. De bila ji niha ve ser xêrê be.



29.04.2020 22:27 | tîrêj zana 21