Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirov çima parve dikin] de;

1. Bûye weke nexweşiyekê. Li ser hemû pilatformên înternetê mirov di parvekirinê de bi hev re ketine pêşbirkê. Di derbarê jiyana xwe de hemû kesî agahdar dikin û bêyî ku sedema wê bifikirin parve dikin. Belê li ser parvekirin û bikar anîna tora civakî gelek lêkolîn hatine kirin. Mînak mirov zêdetirîn çi parve dikin, Pirtirîn çi diecibînin, ji kîjan cûre parveyan hez dikin û filan. Lê belê sedema parvekirinê tu car nehtiye vekolîn. Gelo hûn fikirîne bo çi mirov parve dike? Bo çi dixwaze herkes bi jiyana wî bihese? Bo çi dixwaze mirov li wî binehêrin? Bo çi dixwaze mirov wî guhdar bikin?

Belê sedema jiyana mirov her tim parvkirin bû. Çawa ku xaneya yekem dna ya xwe kopî kir û bi xaneya xwe kir du beş û xaneya din jî bi vî awayî agahiyên xwe derbasî nifşên nu kirin. Mirov jî bi awayî fêr bûn û tecrûbe û zanînên xwe derbasî nifşên din kirin. Ev parvekirin û vegûhestin hertim şêweyê xwe guherandiye. Car caran bi riya şîretan, carnan bi riya nivîsê, carna bi riya stran û dengbêja, carnan bi riya peyker û dîmenan, carnan bi saya şevbihurkan, carnan bi riya meselok û çîrokan û herî dawî bi pêşdeçûna teknolojiyê bi riya tora civakî ev parvekirin didome. Belê başe lê ji ber çi mebest tim bûye parvekirin û veguhestin?

Tiştên werin veguhestin dijîn û yên werin veşartin jî dimirin. Belê mirov tim xwestine nemir, nemrûd bibin. Ji ber vê xwesteka xwe jî gelek tişta afirandine. Piştî mirina xwe qe ne xwastine navê wan bimîne. An jî bi dawî bûna vê jiyanê bawer kiine ku dê jiyanek din ji wan re destpê bike. Berya zayînê misiriyan bi vê baweriyê miriyên xwe mûmya kirine. Pîramîdên bi hezar sala nayên xerakirin ava kirine. Miriyan digel alavên wan binax kirine. Moxol cengizxan digel leşkerên peyker binax kirine. Bûdîst bawer kirine ku piştî mirinê dê di sûretek din dîsa vegerin gerdûnê. Olên semawî piştî mirinê bihuşt û dojeh afirandine. Li gor kiryarên vê gerdûnê dê yan herin bihûştê an jî dê herin dojehê. Ligor başbûn û nebaşbûna xwe.

Wekî ku dixwuye di hizrên mirovatiyê de tunebûn tune. Di fikên wan de, Her çi jî bibe dê bi awayekî her û her xwe mayinde bihêle heye. Birastî jî tunebûn tirs dixe dilê mirov û têkçûna jiyana bihurandî heyf lê dibe. Belê îroj jî parvekirin tekoşîna xwe mayînde kirin e. Hêviya nemir bûne. Lê mixabin kesên bêdewlet mehkûmê tunebûnê ne.......



01.05.2020 17:27 | tîrêj zana 21