Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sekulerîzm] de;

1. Hişmendiya ku armanca wê civateke rêxistinkirî û bingeha wê heş û mantiq biafirîne ye. Ol û mezheba jî têkilîyên dewlet û saziya derêxe. Peyva saeculum esil latînî ye û wateya wê çax e. Ev peyv bi îngîlîzî weke secularism hatiye xerizandin. Di tirşikê de hin kesa weke "sekuler" û hin kesa jî weke " sekûler" nivîsî ne. Ev hişmendî hewl dide ku dewletê ji karûbarên olî cûda bike. Herwiha hemû hemwelatî li ba dewletê xwedî heman mafa bin.

Wekî din jî li gor vê hişmendiyê peyv û gotinên olî divê ji nav ziman paqij bibin û hemû têkiliyên mirovî li gor jiyana gerdûnî bimeşin. Ev têgeh car caran ji dêlava laîkî jî tê bikar anîn lê belê ev şaş e. Ji ber ku sekulerîzm berfirehtir e û laîkîyê ji di xwe de dihewîne. Ji bo paqijiya peyvên olî di civakê de çend mînakên cih girtine ev in,

** roja we b`xêr = rojbaş
**merheba = silav
**rehma xwudê lê be =di nava ronahiyê de be, di ronahiyê de rakeve
**xwudê ji te razî be= mala te ava be
** ` îda we bimbarek be = cejna we pîroz be

Belê wekî ku li jor jî diyar e, ev hişmendî dibe sedema peyvên erebî ji kurdî paqij bibin û berya sed salî ev yek ji aliyê welatên din hatibûn kirin.



09.05.2020 23:29 | tîrêj zana 21