Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nifşa dawî ya tirşikê] de;

1. Nivîskarên di sala 2020an de xwe li tirşikê tomar kirine an di vê salê de aktif in. Niha rojev, mijar di destê vê nifşê de ye. Her çiqas car caran nivîskarên kevn tên serîkî li tirşikê bixin jî gelemperî nivîskarên aktîf û çalak ji vê nifşê ne.

Yek ji taybetmendiyên nivîskarên vê nifşê, wek yên kevn guftûgo û gengeşeyan nakin. Piranî li ser zimên mijara vedikin û ji xalîbûna tirşikê aciz in. Lê belê ev nifş wek yên berê di neqeba xwe de hevaltî û dostanî danenîne an ez nabînim. Heye ku sedema vê yekê çênebûna hevdîtina nivîskaran be jî, Ji ber vê nexweşiya koronayê.

Piraniya van nivîskara ji herêma mêrdîn in an ji derdora wê ne. Ez bawerim ev nifş dê mohra xwe li dîroka tirşikê bixe. Ji ber ku ji nihade hejmara peyamên van 6 mehê ewil, hejmara çend salên berê derbas jî kiriye.

Nivîskarên ji vê nifşê gelek in. Heya ez jî di vê nifşê de me. Yên ku aktîf in û anha tên bîra min ev in:

(bnr: xabûrî)

(bnr: merwano)

(bnr: shwinsherm)

(bnr: afa)

(bnr: f)

(bnr: hespêsor)

(bnr: golikvan)

(bnr: yusiv)

(bnr: oceancr)

(bnr: lonw karda)

edît:
yên ku min navê wan nenivîsiye bila biborin. her cara tê bîra min lê zêde dikim.

(bnr: kajav)

(bnr: rizgarm)



18.06.2020 01:44 ~13:08 | tîrêj zana 21