Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên ku bê kurdî dijîn] de;

2. Du beş in. Yên ji vê rewşê memnûn û yên ji ber vê rewşê di tengasiyê de ne. Kurdên ji beşa ewil, ziman, welat, azadî û serxwebûn bo wan nayê tu wateyê. Ji rewşa xwe memnûn in û heya ku bo têkevin wê rewşê koçî bajarên tirka dikin. Yên beşa din jî gelemperî ji mecbûrî ji welêt dûr dikevin ji sedema kar an xwendinê û ji nêvenga kurdî dûr dimînin. Loma jî tim aciz in û li hêviya vegera welêt in.

Berê çend meha ez jî ji beşa duduyan bûm. Tenê bo karibim bi zimanê xwe baxivim li welatê xwe vegeriyam. Piştî ku hatim amedê gelekî xemgîn bûm. Ji ber ku zimanê lê digeriyam li wir jî nemabû. Herçî devê xwe vedike bi wî zimanê dagirkera devê xwe dilewitîne. Her kes bûye evîndarê celadê xwe û zimanê wî. Ji jinga li welêt vegeriya me, min bi çi kesî re vi tirkî neaxiviye. Yên bi tirkî bi min re daxivin bi kurdî bersiv didim. Heke yê tirkî daxive ji min biçûktir be, pêre dixeyidim û bi zorê kurdî pê didim axaftin. Yekî tirk ranabe bi kurdî naxive, vêca yê me çima ewqas nexweşê axaftina zimanê wan in? Wekî din ji xwe min stranê tirkî guhdar nekir, îja piştî ku wî ciwanê 20 salî yê ku ji ber stranê kurdî guhdar dikir, li enqereyê kuştin, min biryar da ku ezê tucar stranê wan li amûrên xwe bar nekim û guhdar jî nekim.



23.07.2020 23:54 | tîrêj zana 21