Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ger li tirkiyê kurd tunebûna] de;

1. Tirkiye ewqas mezin nedibû. Di serî de tirkiye ava nedibû. Ji ber ku tirka bi tena serê xwe ne di şerê çanakkale û ne jî şerê azadiyê de nikaribûn bi serkevin. Lewra bi hezaran kurd di şerê wan de bê hişmendî mirin. Paşê heke kurd tunebûna li tirkiyê, tirk ewqas nijatperest û netewperest nedibûn. Nifûsa tirkiyê ewqas pir nedibû. Kesên ku di avahiyên wan de bixebitin, hemaltiya wan bikin û di xizmeta wan de nediman. Dewlet ewqas mîlîtarîze nedibû û nediket nato yê.

Ji aliyê derve ve, bela xwe bi kurdên rojava û başûr nedida. Lewra tu eleqeya wan û tirkiyê nedima. Herwiha tirsa dabeşbûna tirkiyê bi wan re çênedibû. Loma jî halê rojava dê gelekî çêtir bûna. Zimanê kurdî û dîroka kurdî dê li hemû gerdûnê bihata naskirin, lewra zexta dewleta tirkiyê li ser company û dewleta dê tunebûna.

Axir ewqas mirov nedimir û ewqas mirovên psikolojiya wan xerabe jî peyda nedibûn.



12.09.2020 11:37 | tîrêj zana 21