Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zzozankurdi] de;

1. Hesabeke înstagramê ye. Li gor hesabê: keçike çav kesk û delal e. Li spanya dijî. Keçeke kurdperwer û netewperwer e. Car caran wêneyê xwe li hesab bar dike û li binê wê an kurda bo axaftina kurdî hişyar dike an helbestên kurdî dinivîse.

Lê bi ya min, xwudiyê hesab ne ew keça ku tê parvekirin e. Lewra ne pêkan e ku keçek li spanya, ewqas delal kurdperwer be û zimanê dayikê bi qasî nivîsandine bizanibe. Di ser de jî temenê wê dora 20 an be. Paşê jî wêneyê tê barkirin û gotinên li bin wê tê nivîsandin ji hev cûda û bê eleqe ne. Talî ez weha difikirim ku xwudiyê hesab xort an jineke ku dixwaze bi saya vê keçika delal dilê xortan li kurdayetî germ bikin û hezkirina zimên di taybetiya keçikê de bixe dilê wan. Nizanim gelo tiştek baş an xerab dikin? Lê ez jî wan dişopînim.

Aha ev jî wêneyek:

Here lînkê


Nîşe: pismam, dotmam her kî xwudiyê wê hesabê ye ka bi xêra xwe lînka hesabê orjînal biavêje, bê ka ew keçik kîye?



13.10.2020 21:56 ~21:58 | tîrêj zana 21