Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêşkuj] de;

1. Amûreke bo bêbandorkirina mêşan tê bi kar anîn. Wekî ku di navê wê de jî diyare pê mêş û pêşî tên kuştin. Min ev peyv cara yekem 7 sal berê ji kalemêrekî bihîstibû. Paşê min ev peyv anî li mala me jî bicîh kir. Gavek berê diya min go " ka wê mêşkujê bîne", ev peyv dîsa ket bîra min. Peyveke pir xweş li hev hatî ye. Ji gelek peyvên çêkirî yên nû xweş tir e.

Dirêjiya amûrê nîv metre ye. Gelemperî ji plastîkê tê çêkirin. Ji destî û seriyê wê pêk tê. Destiyê wê zirav û dirêj e. Serê wê ji fireh û pehn e. Qul qulî ye daku dema li mêşa hat daweşandin, mêş li ber bayê wê nefire. Ew ba di wan qulika de here.

(bnr: agirkuj)



12.12.2020 14:02 | tîrêj zana 21