Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêlik] de;

1. pêlik, derence an derencik(farisî: merduban). amûr an bihurka di navbera du radeyan de tê emilandin. pêlik, di hundirê avahiyan de, li hewşa, li nav bajêr di navbera du radeyên bilind-nizm de bo derbasbûnê tê bikar anîn. di pêlikê ji cihê rast re 'firebûniya pêlik', ji cihê çik re 'bilindiya pêlik' tê gotin. ji bo derketinek rehet di pêlik de formula (2 x bilindiya pêlik + firebûniya pêlik = 64 cm ) tê bikar anîn.

gelek cûreyên pêlikan hene. ev pêlik di navera xwe de dibin 2 beşên bingehîn. pêlikên pêdandî û pêlikên cîguhêz.

pêlikên pêdandî, ji cihê xwe naleqin. gelemperî ji beton û hesin çê dibin. li nav avahiyan bo derketina qatên jor ên xaniya tên çêkirin. ev pêlik fireh û mezin in. li ber barên giran jî pihêt in.

pêlikên cîguhêz, yên ku li gor pêdiviyan cihê wan tê guhertin. gelemperî 100-250 kg bar hldigrin. li înşaata, li nav malê, li nav kar, li hemû cihê bilind yê ku destê mirov nagihêjê de tê bikar anîn. di demên berê de yên ku li malên kurda jî dihatin kar anîn ev cûre pêlik bûn. dema xaniyê kurda yên kerpîç an ji kevira yek qat bûn, pêlikek textik jî li hewşê bo derketina ser xanî hebû. lê anha pêlikên du-ling, sê-ling, yên alemînyûm û hwd. bi dehan cûre pêlik li gor pêdiviyên jiyanî tên emilandin.



16.12.2020 13:00 | tîrêj zana 21