Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rewşa tirka vs rewşa kurda] de;

3. Danberhevdaneke bê wate ye. Lewra tirk di navdewletî de xwudî statu û dewlet in. Lê kurd ji bilî başur çi statuyek wan di asta navdewletî de tune ye. Heya ku kurd di bin desthilata tirka de ne ( li bakûr), serkeftinên kurda jî dibe malê tirkan. Ji loma qiyas û berhevdanek zahir û eşkere nikare were danîn.

Weke mînak herçî kurdê jêhatî û zana di tiştekî de serkeftî dibe, piştgiriya dewleta tirk otomotîk distîne. Ser meselê, dema endezyarek kurd li zanîngehek baş ê tirkiyê bixwîne û serkeftî be, yekser dê biçe aselsan, baykar, tusaş, roketsan û hwd. Ji xwe tê zanîn ku ev kompanî çi karî dikin.

Ger kurdek ji aliyê werzîşê ve serkeftî be, yekser piştgiriya dewleta tirk distîne û bûrs lê tê girêdan. Paşê li ser navê tirkiyê beşdarî olîmpîyatan dibe. Dewlet jî gelek îmtîyazan dide wan û ew jî cihê xwe zexm dikin û deng ji xwe dernaxin. Ji xwe kurdbûna wan qet nayê bîra wan.

Êêê em bêjin stranbêj heman tişt diqewime, em bêjin kurdekî ku heşê wî bixebite û ji aliyê zanistî ve jîr be, tubitak yekser dest datîne ser wî û li ser navê tirkiyê wî dixe pêşbaziyê navdewletî. An kesekî ku karî wî li hev were û li welatên biyanî şûbeyên xwe veke, weke tirk tê nasîn. Mînak nusret, czn burak.

Ji qewla apê şêroyê hinek henek: apê şêro behsa jêhatîbûna xwe ya avjeniyê dikir. Devê kesên li çayxaneyê ji hev diçû. Wî jî hîn şortir dikir. Hevalê wî yaşo go " apê şêro tu ewqas jêhatî yî, çima beşdarî olîmpiyatan nabî?" Apê şêro tofiq jî got " kuro ehmeq, ka dewlet? Ezê li ser navê kîjan welatî beşdar bibim?"



02.01.2021 18:49 | tîrêj zana 21