Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hîçparêz] de;

1. Nivîskarek nû yê tirşikê ye. Bawerim navê xwe li gor wergera" nihilizm" a ku friedrich nietzsche pêşengtiya wê dike, girtiye. Li gor danasîna profîla wî ji azerbaycanê ye. Bi eslê xwe ne kurd e. Lê belê gelek ji kurda û kurdistanê hez dike. Heya ku hezkirinek ewqas pire ku kurdî hîn bûye û li malpereke weke tirşikê ya ku hêj kurd jê hay nînin, bûye nivîskar.

Weleh helal be jê re. Tew wêneyê profîla xwe jî kiriye ala kurdistanê. Xwudê hez bike wê derbarê azerbeycanê de gelek agahiyan li tirşikê zêde bike û bi saya tirşikê dê kurdiya xwe pêşdetir bibe. Hatina wî gelek bi xêr e. Ser seran û ser çavan hatiye.


Lê zêdekirin: li ser twitterê bi qasî niv demjimarê pê re axivîm. Ji azerbaycanê ye, lê belê ne azerî ye. Ji gelê tat e. Ew jî gelekî arî ne û weke me kurda hatine bişaftin.

Hesabê wî yê twitterê: Here lînkê

Li ferhenga azerî ya soz6.com, mijara tirşikê vekiriye û têra xwe danasîna wê jî kiriye:
Here lînkê



08.02.2021 23:31 ~2021.02.09 01:04 | tîrêj zana 21